Pêvajoya dengdana taybet, ku hêzên ewlehiyê û koçber beşdar bûn, di çarçoveya hilbijartinên serdema 6'an ên Parlamentoya Iraqê de qediya. Dengdan ku li hemû parêzgehên Iraqê û li seranserê Herêma Kurdistanê saet di 07.00ê sibehê de dest pê kiribû, di saet 18.00ê êvarê de bi dawî bû.
Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, bi giştî 1 milyon û 340 hezar û 517 hilbijêr di dengdana taybet de çûn ser sindoqan.
Ji van hilbijêran, 1 milyon û 313 hezar û 980 kes ji hêzên ewlehiyê bûn, û ji bo wan 809 navend û 4 hezar û 501 sindoq hatin danîn.
Her wiha ji bo 26 hezar û 538 hilbijêrên koçber ên xwedî mafê dengdanê jî 26 navend û 97 sindoq hatin amadekirin.
Komîsyona Hilbijartinan destnîşan kir ku bi giştî dengdana taybet bêyî pirsgirêk qediya. Lê belê, Komîsyonê ragihand ku li seranserê welêt 1841 binpêkirinên hilbijartinê hatine tomarkirin.
Berpirsê Giştî yê Komîsyona Hilbijartinan Hogir Çeto, di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Bi giştî 1841 binpêkirin rû dan. Piraniya van binpêkirinan li gorî talîmatên hilbijartinê hatin lêkolînkirin û tevdîrên pêwîst hatin girtin.”
Dengdana giştî ya ji bo serdema 6an a Parlamentoya Iraqê jî wê di 11ê Mijdarê de bê lidarxistin.